Tucarên Kedxwar

Tucarên Kedxwar

Derdê Welatên Rojavayê Kedxwar Firotina Çekan e

Şer û pevçûnên diqewimîn, ya bi destê zorba û mijoka ne yan jî li gor amanca wan e. Lewra derdê zalimê ğeddarê ğerbî, firotina sîleh e, menfîeta dinyê ye. Ji ber vê yekê jî, bi gelek dek û şeytaniya dixwazin şer û nerihetiyan ava bikin daku aliyên herb û şerran hewceyê xwe bikin. Jixwe teşkîlat û saziyên ku ji teref wan ve hatine avakirin,ji bo parastina ehl û menfîeta wan e. Silametiya milletan pey re tê.

Çima li welatên Ewrûpa şer û herb tune? Çima li eyaletên Emrîka kuştin û pevçûn dernayê? Milletên wan bi edeb û zanebûna xwe, hey nagihin milletê rojhilat û muslumana.

Li gor xeberan tê gotin ku hew di her dû mehên dawî de, wezareta parastinê ya Emrîka, di serî de Qatar û Kûweyt tên bi welatên Xalîçê re, peymanên sîlehê yên di bihaya 11.3 milyar dolarî de îmze kiriye. Sîlehên ku Siûdî û Ûmman dikirin, ne kêmî vana ne. Par Siûdî bi Emrîkare re, peymana 60 mîlyar dolarî ya sîlehan îmze kiribû. Gelo van sîleh, ewê ji bo kîjan welat bên bikaranîn? Hey berê van sîlehan nadin Emrîka û welatên rojava. Li gelek welatên Ereban, kozikên eskeriya Emrîka hene. Hem ji bo ber û behrê hem jî bo hewayê ne. Ma gelo ji bo parastina van dewleta ye?

(Ferman Çiyayî/Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.