Tûgayên Golanê goya ên jêhatî ji ber derbeyên giran xwarin ji Xezzeyê vekişîyan

Tûgayên Golanê goya ên jêhatî ji ber derbeyên giran xwarin ji Xezzeyê vekişîyan

Çapemenîya rejîma sîyonîst, daxuyand ku Tûgayên Golan yên ku ji leşkerên pirpos pêk tênê zayîatên mezin dan û dûre ji Xezzeyê vekişîyan.

Tugayên Golanî yên ku li Xezzeyê qetlîamên mezin kir û mucahidên Filistînî darbeyên giran li wan dan ji neçarî ji Xezzeyê vekişîyan.

Mucahidên Qessam û komên din ên berxwedanê li Xezzeyê darbeyên giran li îşxalkerên siyonist xistin û çok li wan şikandin.

Ji ber darbeyên giran ên ku xwarin, Tûgayên golanî yên ku bi salan e qetlîamên mezin li ser axên îşxalkirî dikirin ji naçarî ji Xezzeyê vekişîyan.

li gorî xebera Televîzyona 13 a qenala rejîma îşxalker vekişîna Tûgaya Golanî a ji Xezzeyê hat piştrastkirin.

Dîmenên vekişîna Tûgaya Golanî ya ku li Xezzeyê pitik, zarok û pîrekan qetil kirin jî hat belavkirin.

Hat ragihandin Tûgayên Golanî 10 heftîyan li Xezzeyê man ku di vê qonaxê de bi sedan leşkerên wan ji teref komên mucahidan ve hatin kuştin.

Hat îfadekirin piştî ku li taxa şucaîyyeyê fermandarê Tûgayên Golanî Yarbay Tomer Greenberg û 9 leşkerên îşxalker hatin kuştin û 4 ji wan jî giran hatin birîndarkirin re ew ji bajêr vekişîyane.

Tugayên qassam di heftîyên dawî de li Xezzeyê gelek ji wan subay û fermandar 42 leşkerên îşxalker ji Tûgayên Golanî kuştibûn.

Di çapemenîya siyonistên îşxalker de hat îfadekirin hinek Tûgayên paraşutvan ên ku li bakur û başûrê Xezzeyê qetlîaman dikirin jî mecbûr mane ji ber darbeyên mucahidan bi paşve vekişin.

Her wisa hat diyarkirin di pevçûnên dawî yên li başûrê Xezzeyê de 2 leşkerên din ên îşxalker hatine kuştin û 3 jî giran birîndar bûne.

Li gorî beyanên rejîma îşxalker ji 7ê cotmehê vir ve 471 leşkerên îşxalker ji teref mucahidan ve hatin kuştin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.