Tûgayên Qessam, dîmenên nû yê aîdê êsîrên îşxalkeran parve kir:”Li hêvîya sibe bisekinin…”

Tûgayên Qessam, dîmenên nû yê aîdê êsîrên îşxalkeran parve kir:”Li hêvîya sibe bisekinin…”

Tûgayên Qessam, derheqê 3 êsîrên sîyonîst de dîmenan parve kir û peyamek şand ku di peyamê de digot wê sibe derheqê wan de agahî bê dayîn.

Tûgayên Qessam, peyamên sê êsîrên sîyonîst ên ku di destê wan de ne ji rejîma îşxalê re şand. Êsîran di peyamê de ji rejîma îşxalker û Netenyahu re banga “herbê bidin sekinandinê” kir.

Di dawîya vîdeoyê de Qessam weha got, “Bisekinin, em ê sibe derheqê aqûbeta vana de agahîyan bidin we.” Û weha hat diyarkirin, “Hikûmeta we ji we re derewan dike.”

Berdevkê Tûgayên Qassam Ebû Ubeyde di axaftina xwe ya vîdyoyê ya danê êvarê de hat weşandin de bal kişand ser wê yekê ku dijminê îşxalker heta niha negihîştiye ti armanca xwe û nekariye yek ji êsîran rizgar bike û got, "Ji hefteyên dawî ve aqûbeta gelek êsîran nayê zanîn. Bi îhtîmaleke mezin gelek êsîr mirine û mesûlîyeta wan bi tevahî di stûyê dijmin de ye."
(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.