Tûgayên Qessam, hêzên sîyonîst ku ketibûn nav xanîyekî û xwe veşartibûn kuştin

Tûgayên Qessam, hêzên sîyonîst ku ketibûn nav xanîyekî û xwe veşartibûn kuştin

Micahîdên Tûgayên Qessam, li Xan Yûnisê bi sîyonîstên ku xwe di nav malekî de veşartibûn re ketin pevçûnê, hinekên wan kuştin û hinekên wan jî birîndar kirin.

Tûgayên Qessam, li ser qenala Telegramê daxuyand, mîcahîdan li Xan Yûnisa Xezzeyê di Taxa Emelê de komekî sîyonîstan ku ew di nav malekî de xwe veşartibûn bi roketên TBGê hedef girtin.

Qessam, dûre bi tivingên otomatîkî ketin pevçûnê û ji wan sîyonîstan jî hinekên wan kuştin, hinekên wan jî birîndar kirin.

Di seatên serê sibehê de micahîdên Qessam li başûrê Taxa Zeytûnê û li Xan Yûnisê di cepheyên pêş de bi hêzên îşxalê re ketin nav pevçûnên dijwar.

Xeyn ji van agahîyan Tûgayên Micahîd a li Xezzeyê daxuyand ku ew li rojhilata Beyt Xanûnê mewzîyên leşkerên sîyonîstan û cîhên wan ên ku li wê derê kom bûne bi topên hewanê hedef girtine.

Tûgayên Şehîdên Eqsayê jî diyar kirin ku ew di nav 24 seatên dawîn de, di pevçûnên ku bi dijmin re ketin de, li cepheyên pêş a Xezzeyê wesayîtên dijmin bi topên hewayê hedef girtin û bi tevî vê çalakîyê 11 operasyonan li dar xistine.

Tûgayên Şehîdên Qessam, li Taxa Zeytûnê komekî leşkerên dijmin ên ku di malekî de xwe veşartibûn bi roketên RPGê hedef girtin, di encama çalakîyê de hinek leşkeran kuştin hinekên wan jî birîndar kirin.

Di serî de Tûgayên Qessam hemû komên berxwedanê di roja 138emîn de li dijî dinyayê micadeleyên xwe didomînin. Li gorî rejîma sîyonîst ji 7ê Cotmehê vir ve 576 efser û leşkerên sîyonîst hatine kuştin, nêzê 3 hezar leşkerên wan jî birîndar bûn.

Komên berxwedanê, bal dikşîne ku hejmarê mirîyên dijmin zêdene û ew derewan dikin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.