Tûgayên Qessam: Me 40 îşxalkerên ku xwe di avahîye de veşêrdabûn hedef girt

Tûgayên Qessam: Me 40 îşxalkerên ku xwe di avahîye de veşêrdabûn hedef girt

Tûgayên Qessam, diyar kir ku micahîdên wan li Xezzeyê 40 sîyonîstên ku di nav avahîyekî de xwe veşêrdabûn hedef girt, di encamê de mirî û birîndar hene. Xeyn ji vê çalakîyê micahîdan di nav rojê de gelek çalakîyan jî lidarxistine.

Komên berxwedanê û Tûgayên Qessam, çalakîyên xwe yên ku di encamê de rejîma sîyonîst zayîatên mezin didin didomînin.

Hat destnîşankirin ku leşkerên sîyonîst, li herêma Balada Cîbalîyeyê bi roketên TBGyê hatin hedegirtin.

Qesssam daxuyand ku ew li bakurê Xezzeyê du leşkerên îşxalê bi topên hewayê kuştine, li Xan Yûnisê jî wesayîtekî leşkeran bi roketên “Yasîn 105”an hedef girtin.

Tûgayên Qessam ji bakurê Libnanê jî baregeha îşxalê bombekir û vê bombekirinê jî ji bo hefya qetlîamên li Xezzeyê bikaranît. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.