Tûgayên Qessam: Me bi rokeyên Yasîn 105an zêdetirî hezar û 108an wesayîtên leşkerî yên rejîma îşxalker îmha kir

Tûgayên Qessam: Me bi rokeyên Yasîn 105an zêdetirî hezar û 108an wesayîtên leşkerî yên rejîma îşxalker îmha kir

Tugayên Qassam dest nîşan kir ew ji 7ê cotmehê vir ve zêdetirî hezar û 108an wesayîtên leşkerî yên rejîma îşxalker îmha kirin.

Berxwedana bi şan û navdar a mucahidan berdewam dike.

Yek ji wan amûrên herî tesîrdar a ku li dijî siyonistên îşxalker hat bikaranîn û xewna tirsnak a siyonistên îşxalker mûşeka yasîn 105 e.

Roketa Yasîn 105 a ku wan wesayîtên bi zirx a siyonistên îşxalkeran ji wan re dikir tabût di dîroka berxwedana Filistînê de destaneke dinivisîne.

Ji teref Tugayên Qessam ve derbarê roketa Yasîn 105 a ku bûbû tirsa xewnên siyonistan de raporeke balkêş hat amadekirin.

Li gorî rapora ku hat weşandin bi roketa Yasîn 105; 962 tank, 55 wesayîtên barhilgir a personelan, 74 buldozer, 3 ekskavator û 14 wesaîyetên leşkerî yên rejîma siyonist hatin îmhekirin.

Hat diyarkirin di encama hedefgirtina wesayîtan de gelek efser û leşkerên siyonistan û her wisa leşkerên bi pere an hatin kuştin an jî hatin birîndarkirin.

Dîsa di raporê de hat diyarkirin ji ber ku siyonist nikaribûn wesayîtên xwe yên ku bi roketa Yasîn 105 hatine hedefgirtin paşve bikşînin rejîma siyonist wan wesayîtan bi balafiran hedef digirtin ku ev yek jî bû sedema gelek leşkerên îşxalker.

Di raporê de malîyeta mûşeke Yasîn 105 û tanqeke merkavayê jî hat muqayesekirin

Hat dyarkirin malîyeta roketeke Yasîn 105 bi tevahî 500 dolar e, lê belê malîyeta tanqekê ji siyonistan herî kêm 6 milyon dolar e. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.