Tûrên 'umreyê di 15'ê Tebaxê de dest pê dike

Tûrên 'umreyê di 15'ê Tebaxê de dest pê dike

Serdema umreyê ya 2022-2023'yan, di pêşengîya Midûriyeta Giştî ya Xizmetên 'Umre û Hecê ya Serokatiya Karên Dîyanetê de roja duşemê dest pê dike.

Tûrên 'umreyê ji Tirkiye'yê ber bi axên pîroz ve 15'ê Tebaxê de dest pê dike.

Wezareta 'Umre û Hecê ya Erebistana Siûdî, ragihand ku di serdema 2022-2023'yan de her kesên ku bi armanca zîyaret yan jî seyyahî were kare 'umreyê bike.

Di daxuyanî nivîskî de hat diyarkirin ku kesên ku vîze ya malbat û şexsî girtibe, di dema zîyaretkirina merv û hevalên xwe de karin ji ser sepana "'Umre" yê randevû bistînin û serledanê li platforma vîzeyên neteweyî ya hevpar bikin, dikarin 'umreyê bikin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler