Tûrgût: Heta ku qetlîama li Xezzeyê dawî bibe baregeh û radarên li welat bila werin girtin

Tûrgût: Heta ku qetlîama li Xezzeyê dawî bibe baregeh û radarên li welat bila werin girtin

Endamê Sazîya Îdareya Giştî yê HUDA PARê Vedat Tûrgût, di çalakîya ji bo girtina Baregeha Radara NATOyê ya Qûrecuk a li Meletîyê hat lidarxistin de weha bang kir, “Heta ku qetlîama li Xezzeyê bê dawîkirin, heta ku li wê derê agirbestekî mayînde bê îlankir

Li Meletîyê ji teref Platforma Biratîya Qudsê yê Meletîyê ve, ji bo girtina Baregeha Radara NATOyê ya Qûrecukê çalakîyek hat destpêkirin.

Bi hezaran evîndarên Qudsê ji bo girtina Baregeha Radara NATOyê ya Qûrecukê ku ji rejîma îşxalker re alîkarîya îstîxbaratê dike, li gundê Qûrecukê kom bûn û beşdarî bernameyê bûn.

Ji Mîtîngê re Serokê Bajarê Dîyarbekirê û Endamê Sazîya Îdareya Giştî yê HUDA PARê Vedat Tûrgût jî beşdarî bû û di mîtîngê de axavtinek kir.

Tûrgût, di mîtîngê de bal kişand ku Teşkîlata Hevkarîya Îslamê ji bona ku xwedî li Quds û Mescîdî Eqsayê derkeve hatîye damezrandin encax dewletên endam gavên ku hewcene neavêtine, qerarên ku hatine girtin jî ji teref Siûdî, Behreyn û Emîrtîya Ereban a Yekîtîyê ve hatine astengkirin.

Tûrgût di axavtina xwe de dîyar kir berxwedana ku li Xezzeyê tê dayîn ji hemû dinyayê de derseke dîrokî daye û dûre weha got, “Ji bona ku qetlîmên sîyonîstan li dar dixin bên sekinandin li Londonê, Parîsê, Elmanyayê, Fransayê, Îtalyayê hetta li Tel Avîvê însan derdikevin meydanan lê ummeta ku hejmarê wan ji sîyonîstan gelek zêdetir e û axên wan ji yên sîyonîstan gelek mezintir e û nifûsa wan nêzê 2 milyarîye bêdeng dimîne.”

Tûrgût di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku di Herba Xelasîyê de wek Kurd û Tirkan ji Fîlîstînê, ji Qudsê û ji Xezzeyê jî Misilmanan şehîd ketine, “Bi tevî vana me wan li wê derê bêxwedî hişt, em xwedî li wan derneketin, dema ku Îngîlîzan wan îşxal kirin me wan li ser piştê hişt. Em ji li vê derê ji birêz Serokkomar re bang dikin: Ger ku hûn dixwazin mîsyona Selahaddînê Eyyûbî bidin meşandin, ger ku hûn dixwazin cîhê Abdulhamîd Xanê duyemîn a ku digot ‘Ez axên Fîlîstînê ku bapîrên min bi xwînê standine bi pereyan nafiroşim.’ Bistînin, wa ji we re firsedek. Ger ku Birêz Erdogan jî ev mîsyonê nede meşandin kî dibe bila bibe û bibêje ‘Ez vê mîsyonê digrim ser milê xwe, ummetê tînim cem hev û di bin ala ‘La Îlahe Îllallah Muhammed-un Resulullah’ û di bin ala Kelîme-î Tewhîdê de biçin Qudsê em jî wek erdnigarîya Îslamê bi Kurdî, Tirkî û Erebî amade ne ku li pey wan biçin û em amadene ku wek bapîrê xwe Selahaddîn Eyyûbî Qudsê fetih bikin û li wê derê bi dil û can canê xwe bidin.”

“Bila cardin tu kes qala medenîyeta Rojavayê neke”

Tûrgût di berdewama axavtina xwe de bang li Akademîsyen û mamosteyan kir, “Ez bang li Akademîsyenan û mamosteyên me yên ku di dibistanan de dersê didin dikim: Zînhar bila êdî tu kes ji me re qala medenîyeta Rojavayê neke; bila tu kes ji me re qala mafên însanan, mafên heywanan, mafên zarokan û wek tiştên ewakî yên Fransayê, Îngîlîzan û welatên dinê ên ku nizam çine neke. Zîra rûyê wan ê rast li Xezzeyê derket holê. Neteweyên Yekbûyî û NATOyê ku damezrandine dema ku mesele Efxenistan, Iraq, Sûrîye û Bosna be hemû kes artêşên xwe dighînin hev û midexeleyê li wê derê dikin, bi milyonan însanan dikujin û ji wan axan re jî xwîn, rondik û kuştinê dibin. Micahîdên li Xezzeyê jî ji dinyayê re ev tiştê nîşan dan: Wan komekî Misilmanan ji dinyayê re wek meseleya Talut û Calut bûne mînak. HAMAS, hikumeta yek û meşrû yê Fîlîstînê ye.”

“Ey ummeta Îslamê, ji bo Xezzeyê derkevin meydanan”

Vedat Tûrgût di axavtina xwe de bal kişand ku gerek em ji zarokên xwe re qala Xezze, Quds û HAMASê bikin, “Gerek HAMAS tune nebe. Divê ev agirbest berdewam bike. Lazim e ku êdî erdnigarîya Îslamê bibêje, ‘te wezîfeya xwe bi cîh anî, êdî dema gotin û gav avêtin yê me ye.’ û bi vê şeklê îcreatên fiîlî bikarbînin. Zîra kalên îxtîyar ji nevîyên xwe yên biçûk re dema ku kefenên wan li wan dikin dibêjin bila me ji Resulullah re şîkayet bikin. Ey ummeta Îslamê ji bona Xwedê, ji bo Xezzeyê derkevin meydanan. Yên ku îmkanên wan hene bila çekên xwe bigrin destê xwe. Ey xelkê Urdunê, ey xelkê Libnanê, ey xelkê Beyrûdê birevin biçin sînoran! Hûn li hêvîya çi ne? Wallehî Xwedê şahid e di navbera me de sînor hene; ger ku van sînoran tinebûna wê ji Êlihê, Dîyarbekirê, Meletîyê, Qeyserîyê, Stenbolê û Edeneyê qor bi qor otobûs biketana rê û bi milyonan Misilman wê biçûna Xezze û Fîlîstînê.”

“Divê Kûrecux bi lez û bez bê girtin, bi tevî Încîrlîkê ji fealîyetên wan re dawî bê dayîn”

Tûrgût di axavtina xwe de destnîşan kir, “Operasyona 7ê Cotmehê, li hember îşxal, qetlîam, qirqirin, qetlîam û polîtîqaya firehbûna îşxalê dayîna tevgerekî azadîyê an jî micadeleyekî ye.”

Tûrgût dûre axavtina xwe weha domand, “Ev rabûn di carekî de çênebûye. Di vî warî de aktor û temsîlkarê hêrs û daxwazîya xelasbûna ji îşxalê a xelkê Fîlîstînê HAMAS bûye.

Divê fîloyekî an jî qorîdorekî ku Tirkîye di serî de ye birêkeve. Di vê fîloyê de gerek welatên Îslamê tene tinebe, di nav wê fîloyê de însanên ku xwedî wijdan in jî dibe hebe. Gerek ewlehîya vê fîloyê jî bê standin û dîrek ji Xezzeyê re bê çûndin.

Kûrecux baregehekî NATOyê ye. 80-100 sal e li vê derê ye. Rast e ev tişt ne tiştekî derew e lê ev baregeh ji sala 2012an pê ve ji bona ku ji fuzeyên Îran û Rûsyayê re dibe ku ji îsraîlê re biçe bên astengkirin û ji bona ewlehîya îsraîlê û ji bona ku ji NATOyê re sîxûrtîyê bike li vê derê hatîye sazkirin. Ji ber vê yekê derhal ev Kûrecux bê girtin. Bi tevî Încîrlîkê ji fealîyetên wan re dawî bê dayîn. Ger ku di vê merheleyê de qeweta we ku negire hûn wan radar û baregehan bigrin, nexwe heta ku ev qetlîamên li Xezzeyê dawî bibin, li wê derê agirbestekî mayînde bê çêkirin, li wê derê dewletekî tenê yê Fîlîstînê bê damezrandin û heta ku artêşekî bitertîp yê Fîlîstînê bê çêkirin bila fealîyetên ev radar û baregehan bên sekinandin.

Divê balafirgeh û hemû kendalên Tirkîyeyê ji balafir û keştîyên sîyonîstan re bên girtin. Şîyandina malên bazirganî û leşkerî yên ji wan re bila bên sekinandin, bila zexîreyên wan sîyonîstên ku xûşk û birayên me yên Xezzeyê birçû, tî û bêderman hiştine re ji welatên me neçin.

Divê Tirkîye heta ku îşxal berdewam dike hemû têkilîyên xwe yên bi rejîma îşxalker re bide rawestandin. Hemû peymanên xwe yên ku îmze kirîye fesih bike. Dûre jî bila hemû minasebet û têkilî bên qutkirin û ji vê eyba naskirina wan yê bi dewletî jî bi lez û bez bê xelaskirin.

Divê ji welatîyên Tirkîyeyê ên ku diçin alîkarîyê didin sîyonîstan re jî astengî bê derxistin û dest ji malên wan re bê dayîn. Bila ew li vê derê di dadgehê de bên darazandin û ji welatîtîyê jî bên derxistin.”

Tûrgût ji xelkê Tirkîyeyê re jî bang kir û weha got, “Divê meydan vala neyên hiştin. Ji malên sîyonîst û alîgirên wan re boyqotekî bêdem bikarbînin. Hemû dikandarên me jî bila ji vê pê ve ji fîrmayên ku destekê sîyonîstan mal nestînin û malên wan jî nefiroşin. Divê destekdayîna maddî a ji berxwedana Fîlîstînê re dewam bike.”

Tûrgût di berdewama axavtina xwe de ji xelkên welatên ku sînorên wan bi Fîlîstînê re hene re jî bang kir û weha got, “Xelkên Libnan, Urdun, Misir û Sûrîye heta ku ev wehşet berdewam bike hûn jî biçin sînoran, li wan deran nobedan bigrin, ji bona ku alîkarî û destek biçin wan xeyret û micadeleyê bikin.”

Vedat Tûrgût ji li vê derê ji sîyonîstên îşxalkeran re jî bang kir û weha got:

“Wan axên ku we li Fîlîstînê îşxal kirîye yên Fîlîstînîyan e. Hûn ji kîjan welatî hatine li vê derê cardin vegerin herin wan welatan. Çîmkî wê ti dem axên Fîlîstînê ji we re nebe welat. Hûnê li wê derê ti dem di bin ewlehîyê de nebin. Û ez vê mizgînîyê didim. Niha Misilmanên Xezzeyî vedigerin. Cihûyîyên ku difikirin ew Xezzeyê vala kirine, wê vala bikin û li wê derê duz bikin, niha direvin diçin balafirgehan, ji bona ku ji li wê derê xwe durbixin komê balafirgehan bûne.”

Tûrgût di dawîya axavtina xwe de di warê ji nû ve destpêkirina xizmeta tenduristîyê de bang li Tirkîye û welatên hestyar kir û weha got:

“Lazim e ku qîrîna zarok, pîrek, îxtîyar însanên ku nikarin xwe biparêzin bê bihîstandin, divê di vî warî de bi lez û bez xebat bên destpêkirin. Divê ji bona ku wan sîyonîstan ketina nav nexweşxaneyan derkevin derve xebat bê kirin.

Ji bona ku di nexweşxaneyên li Xezzeyê de xizmet ji nû ve dest pê bikin temînkirina ceryan, av, derman û amûrên tibbî bên kirin. Înşeat û binesazîya nexweşxaneyên ku hatine xerakirin ji nû ve bên çêkirin.”

Mîtîng bi merş û îlahîyan berdewan kir. Di mîtîngê de tim û tim ji bo desteka HAMAS û berxwedana Xezzeyê silogan hatin gotin.

Mîtîng, bi duayê dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.