Ummet Rabû Piya

Ummet Rabû Piya

Muslumanan Li Gelek Welatan Meş û Protesto Li Dar Xistin

 Do li gelek welatan milletê musluman, li ber zulm û heqaretên xebîsan, meş û protesto li dar xistin. Bi tekbîr û sloganan meşiyan. Li ber sefaretxanên Emrîka û Fransa civiyan. Xisûsen li rojhilata navîn û bakurê Efrîka, piştî nimêja înê protestoyên mezin hebûn.

Milletê musluman ji bo telîn kirina fîlma Nakola Basseley û qarîqatorên kovara Fransayî, rabûn piya. Bi hezaran protestovan li Srî Lankayê li paytext Colomboye li nêzî sefaretxana Emrîka civiyan. Alayên Emrîka şewitandin. Agir bera maketa Barak Obama dan. Bi deh hezaran kes li Trablûsa Lubnanê civiyan. Fîlmê protesto kirin. 

Fransa sefaretxane û merkezên xwe yên perwerdehiyê yên li Beyrûtê muweqqat girt. Bi hezaran musluman li Endonezyayê li paytext Jakartayê protesto li dar xistin. Li Delhiya Nû ya paytexta Hîndîstanê û li Kabîla paytexta Efğanîstanê, protestoyên  bi hezaran bê şer hatin rast kirin.

Her wiha bi hezaran protestovan li İraqê li Bangladeşê, alayên Emrîka û Fransa şewitandin. Li Tûnûsê digel yesax û qedexa protestoyan jî, millet piştî nimêja înê meşiyan. Bi hezaran kes li Kuala Lûmpûra paytexta Malezyayê, li ber sefaretxana Emrîkayê civiyan. Zulm û heqareta Emrîka û Fransa tel’în kirin.

Berî niha Emrîka sefaretxanên xwe yên li Pakîstan, Efğanistan, Sûdan, Tûnûs, Misir, Endonezya, Ûganda, Malezya, Srî Lanka, Balî û li çend welatên din girtibûn. Fransa jî li 20 welatan sefaretxane û merkezên perwerdehiyên xwe girtibûn.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.