Umut Kapisi ji Remezanê re hazir e

Umut Kapisi ji Remezanê re hazir e

Banqaya Zad a Umut Kapisiya ku li Diyarbekirê fealiyetên xwe bi rê ve dibehaziriyên xwe yênmeha Remezanê temam kir.

Banqaya Zad a Umut Kapisiyê ya ku bi şikleke birêkûpêk ji jar, feqîr û muxtacan re alîkarî dike ji bo meha Remezanê haziriyên xwe xelas kir.

Serokê Banqaya Zad a Umut Kapisiyê  M. Siddik Furkan  di derbarê mijarê de diyar kir ew ê li Diyarbekirê ji wan kesên feqîr û hewcedar ên ku ji teref Komîsyona Tespîta Malbatên Feqîr ve hatine tespîtkirin ve ew ê alîkarî bê kirin.

Furkan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew di serî xelkê Diyarbekirê û bi gelemperî jî dixwazin hemû kesî di dema belavkirina alîkariyan de li ba xwe bibînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di van rojên ku em ê bikevin meha mibarek a Remezanê de, em wek  Banqaya Zad a Umut Kapisiya Diyarbekirê  ji bo karibin ji jar û feqîran re alîkariyê bikin amadehiyên xwe didomînin. Îsal me ji xwe re kiriye hedef ku ji zêdetirî 5 hezar kesên feqîr û jar re alîkariya erzaq û cilan bikin.”

Furkan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew  ê di meha Remezanê de alîkariya cil û koliyên erzaqê belav bikin. Furkan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Paketên me yên erzaqê ji 60 û 80 TLyê pêk tên. Werin em tev de ji muxtacan re bibin hêvî. Werin em digel hev bigihijin wan malbatên ku hûn nikarin bigihijin wan û hûn nikarin zikat û fitreyên xwe bidin wan.(ÎLKHA)














 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.