UNESCO rejîma sîyonîst wek ‘hêza dagirker îsraîl ’ wesfand
Di civîna UNESCOyê ya li Parîsê de rejîma sîyonîst wek ‘hêza dagirker îsraîl’ hat wesfandin.
Li Parîsê Civîna 201emîn a Lijneya Giştî ya UNESCOyê hat lidarxistin. Di cîvîna ku hat lidarxistin de qerara pêşnûmayê ya ‘Fîlîstîna ku hatiye îşxalkirin’ ya ku ji teref Sûdan, Qatar, Umman, Fas, Lubnan, Misir û Cezayîrê ve hatiye amadekirin hat gotûbêjkirin. Di civînê de hat vegotin ku Quds ji bo Misliman, Xirîstiyan û Musewiyan bajarekî pîroz e.
Di qerara ku hat dayîn de hat xwestin temamên sepanên ‘Hêza dagirker îsraîl’ yên ku dê demografî û statuya Qudsê biguherînin divê bên betalkirin.
Di qerarê de her wiha qala wan lêgerînên bê hiqûqî, vedana tunelan, avakirina avahiyên dereqanûnî yên ku ji teref rejîma sîyonîst ve tên kirin hat kirin û hat diyarkirin ev yek li dijî qerarên UNESCO û NYyê ne. Her wiha hat diyarkirin divê dawî li van bê anîn.
Di qerarê de bal hatin kişandin li ser dorpêça li Xazzê û hat telebkirin ku temsîlkariya Xazzeyê ji nû ve bê vekirin.
Pêşnûmaya ku hat gotûbêjkirin ji teref 22 welatan ve hat qebûlkirin û 10 welat jî li dijî vê pêşnûmayê deng dan. Di nav welatên ku denga reddê dan de welatên mîna DYA, Almanya, Îngîltere, Îtalya û Hollanda heye.
Her wiha di dengdayînê de 23 welat bêqerar man.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.