UNRWA: 2023 ji bona Filistînîyên ku li Şerîaya Rojava ne sala herî bi xwîn e

UNRWA: 2023 ji bona Filistînîyên ku li Şerîaya Rojava ne sala herî bi xwîn e

Ajansa Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî UNRWA, dîyar kir ku sala 2023yan ji bona Şerîaya Rojava ya di bin îşxalê de ye “sala herî bi xwîn e”.

UNRWA rapora pêvajoyê bi şiklî da:

“Di 12 Kanûna Pêşîn de UNRWA dîyar kir ku meslektaşek wan ên din jî hatîye kuştin. Bi tevahî jimara mirîyan derketîye 135an.

Li Xeta Xezzeyê ji 7ê Cotmehê vir ve nêzî 1.9 milyon însan (yan jî ji sedî 85ê nufûsê zêdetir kes) hinek ji wan jî gelek caran ji cîhê xwe hatin kirin. Malbat ji bona cîhekî ewle bibînin gelek caran mecbûrî mane ku malên xwe bar bikin.

Hetanî 11 Kanûna Pêşîn nêzî 1.3 milyon însan ji malên xwe hatine kirin û li 155 tesîsên UNRWAyê dimînin.

Li gorî Wezareta Tendûristîyê ya Filistînê ji 7ê meha Cotmehê hetanî 12ê Kanûna Pêşîn pitî nîvro li Xezzeyê 18 hezar û 205 Filistînî hat qetilkirin, 50 hezar û 100 kes birîndar bûn ji vana jî, ji sedî 70yê wê zarok û pîrek in.

Li gorî daneyên OCHAyê jî terorîstên sîyonîst li Şerîaya Rojava 69 jê zarok bi tevahî 271 Filistînîyan qetil kirîye. Digel van jî 8 Filistînî ji teref îşxalkeran ve 2 kes jî ji teref polês yan jî leşkerên qaşo ve hatine qetilkirin.

Îsal ji sala 2005an ku Neteweyên Yekbûyî kuştinan dixe bin qeydê li Şerîaya Rojava sala herî kujere.

Li Xezzeyê li gor texmînan 50 hezar pîrekên bi hemle hene ji vana her roj 180 pîrek pitikên xwe tînin dinyê.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.