Vebûna We’zên Bi Kurdî

Vebûna We’zên Bi Kurdî

Serekwezîr Tayyîb Erdoğan, şeva borî li Mêrdîn, di xwarinê de bi temsîlkarên saziyên sivîl yên civakî re hate ba hev.

 Serekwezîr Tayyîb Erdoğan, şeva borî li Mêrdîn, di xwarinê de bi temsîlkarên saziyên sivîl yên civakî re hate ba hev. Alim û maqûlên herêmê we’za bi Kurdî anîn ziman. Erdoğan jî beyan kir ku, eger hinek wê ji Kurdî bêtir îstîfade bikin, divê xwestinên wan were cî. Erdoğan got ku, bi kîjan ziman bê gotin ne muhîm e, tiştê muhîm ew e ku çi tê gotin.

Ji Memûr Senê Mustafa Aydin jî îfade kir ku, ji bo di qamûyê de tesettur serbes be, 10 milyon îmze hatine komkirin. Li ser vê gotinê Erdoğan wiha beyan kir “Li vî welatî ji bo ku însan di qamûyê de û li her derê, karibê azade bijî çi hewce û bixwaze, em ê hêviya wî bînin cî.”

Gelek kesan îfade kirin ku, destekê didin pêvajoya çareseriyê. Erdoğan jî wiha got “Em di riyeke bêveger de ne. Partiyên siyasî, bi rastî û çeptiyê, bi Kurdçî û Tirkçîtiyê nikarin vê meselê hel bikin. Li ser dibin bar. Em ê pêvajoyê bi qirar bidomînin.”

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.