Walî: Birîndarek ji bin enqazê hat derxistin

Walî: Birîndarek ji bin enqazê hat derxistin

Waliyê Agiriyê di derheqê hilweşîna banê pazarekê de daxuyanî da, walî di daxuyaniya ku da de destnîşan kirji bin enqazê kesekî birîndar hatiye derxistin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin dema ku ewil banê pazarê kir hilbiweşe xwediyên tezgehan û muşterî ji ber tirsa canê xwe reviyan. Lê 2 kesên ku tê diyarkirin extiyar in di bin enqazê de man.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de Walî Musa Işin wisa dest nîşan kir: “Banê pazarê ji ber berfa ku bariyabû hilweşiya . Mirî tune ye. Heta niha kesekî birîndar ji bin enqazê hat derxistin. Îhtîmal e ku di bin enqazê de 2 kes mabin. Ji ber vê yekê xebat didomin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.