Walîtiya Hatayê: 5 êrîşkarên xwekuj hatin girtin

Walîtiya Hatayê: 5 êrîşkarên xwekuj hatin girtin

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Hatayê ve hatiye dayîn de hat ragihandin 5 kesên ku haziriya êrîşa xwekujiyê dikirin hatin girtin.

Ji teref Walîtiya Hatayê ve hat destnîşankirin 5 kesên ku ji Sûriyê ji bo êrîşên xwekujiyê hatine şandin di operasyona ku hat kirin de hatin girtin.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de di derbarê mijarê de hat gotin: “ Di operasyona mişterek a  Serokatiya Daîreya MÎT û yekîneyên Midûrtiya Ewlehiyê ve  di 23ê Hezîrana sala 2017an de hat kirin de  5  êrîşkarên xwekuj ên ku ji Sûriyê hatine şandin hatin girtin.”

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ji 5 kesên ku hatin girtin 3 kes eslê xwe Sûriyê û 2 kes jî Tirkiyê yî.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.