Walîtîya Hewlêrê derbarê malbata ku li Mêrsînê êrîş lê hat kirin de daxuyanî da

Walîtîya Hewlêrê derbarê malbata ku li Mêrsînê êrîş lê hat kirin de daxuyanî da

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Hewlêrê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, ew geşedanên ku rûdane ji nêz ve dişopînin û derbarê êrîşa faşîst de bi malbatê re ketine pêwendîyê.

Omîd Xoşnavê Walîyê Hewlêrê destnîşan kir, li kû dibe bila bibe ew wan êrîşên ku li welatîyên wan tên kirin qebûl nakin.”

Li gorî agahîyan Walî Xoşnav bi malbata ku êrîş lê hat kirin re ket pêwendîyê û ji wan re got: “Hûn welatîyên me ne. Li kû dibe bila bibe ew wan êrîşên ku li welatîyên wan tên kirin qebûl nakin.”

Xoşnav bi rayedarên Tirkîyeyî re ket pêwendîyê û ji wan daxwaz kir ku ew cezaya ku heq dikin bixwin û rayedarên Tirkîyeyî bila derbarê mijarê de daxuyanîyek fermî bidin.

Di êrîşa ku li Mêrsînê li malbata Kurd a hat kirin de Muştaq  Mahmud Kerîm giran birîndar bû û hat rakirin nexweşxanê.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.