Walîyê Hewlêrê bi malbata ku li Mêrsînê êrîş lê hat kirin re hevdîtin kir

Walîyê Hewlêrê bi malbata ku li Mêrsînê êrîş lê hat kirin re hevdîtin kir

Umêd Xoşnavê Walîyê Hewlêrê bi malbata Hewlêrî ya ku li Mêrsînê êrîş lê hat kirin re hevdîtin kir.

Piştî hevdîtina ku hat kirin re Xoşnav daxuyanî da endamên çapemenîyê û destnîşan kir, lêpirsîna derbarê êrîşê de berdewam dike.

Xoşnav di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ew ê bibin şopînerê meseleyê û dû re wiha got: “Welatîyên me li kû derê be bila bibe em mesûl in ku wanan muhafeze bikin. Em ê wê dosyaya ku tê de delîl hene û ji teref endamên malbatê ve hatine berhevkirin ji Serkonsolosê Tirkîyê ya li Hewlêrê re bispêrin.”

Roja duyemîn a îdê de li Mêrsînê 3 kesan êrîş biribûn li ser malbateke Hewlêrî û di êrîşê de yek jê giran û yek jê jî sivik tevde 2 kes birîndar bûbûn ku di encama lêpirsînê de 2 kes hatibûn tewqîfkirin.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.