“Wê Ev Deng Li Nav Alema Îslamê Bilind Bibe”

“Wê Ev Deng Li Nav Alema Îslamê Bilind Bibe”

Yekşema borî li Batmanê bi navê “Rêberê azadî û xelasiyê hz Mûhammed” bi tevlîbûna sed hezaran, bernama mewlûda pêxember hate lidarxistin.

Yekşema borî li Batmanê bi navê “Rêberê azadî û xelasiyê hz Mûhammed” bi  tevlîbûna sed hezaran, bernama mewlûda pêxember hate lidarxistin. Digel hewa germ jî, millet zêde teweccuh da mewlûdê. Ji derveyê welêt jî hinek mêvan tevlî bernamê bûn. Ji wan hinekan di heqê bernameyên mewlûdê de xeber dan.

Alîkarê serekê hereketa cepheya rizgariya xelkê Ogedanê Mûhammed Ebdûllah Yasîh wiha got “Em ji parzemîna Efrîkayê ji bo dîtina birayên xwe û pîrozkirina wîladeta pêxemberê xwe hatine vir. Em dixwazin van mewlûdan li welatê xwe jî li dar bixin. Em hêvî dikin ku, li hemî alema Îslamê bên kirin. Em silavên xwe li xelkê Batmanê li Tirkiye û li Kurdistana Tirkiyê dikin. Înşallah wê ev dengê Îslamî li nav alema Îslamê bilind bibe.”

Mesûlê têkiliyên siyasî û derveyî yên hereketa cepheya rizgariya xelkê Ogedanê Ebdurrehman Yasîn jî wiha diyar kir “Di Quranê de Xweda beyan dike ku, wê dînê Hz Mûhammed ğalib bibe. Çawa Resûlûllah û eshabên wî ji bo sencağa tewhîdê eziyet û meşaket kişandin, guhnedan germahî û zoriyê, niha jî evîndarên pêxember guhnedan germê. Hemdê Xweda em dibînin roj bi roj millet bêtir ji Hz Resûlûllah hezdikin, heyecana eşqa pêxember zêde dibe.”

Her wiha endamê yekîtiya alimên Kurdistana Sûriyê Ebdussamet Omer jî wiha peyivî “Ji bo em bi birayên xwe re wîladeta pêxemberê xwe pîroz bikin em hatin Kurdistana Tirkiyê.” BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.