Wê Mehkema Karadayi, Bêgirtî Dewam Bike
Di çarçova lêpirsîna doza 28ê Sibatê de, sererkanê kevn Îsmaîl Hakki Karadayi, do hatibû desteserkirin.
Di çarçova lêpirsîna doza 28ê Sibatê de, sererkanê kevn Îsmaîl Hakki Karadayi, do hatibû desteserkirin. Bi teleba girtî sewkî mehkemê bûbû. Lê mehekeme, hukmên kontrolên edlî tetbîq kir û wî berda.
Do mehkeme der barê Bati Çalişma Grûbûyê de, 83 pirs ji Karadayi pirsî. Karadayî qederê 3 saet û nîv îfade da mehkemê. Karadayi bi teleba girtinê sewkî mehkema nobetdar bû. Mehkeme jî, diyar kir ku di heqê wî delîlên têra xwe tune ne û wî berda. Êdî wê Karadayi nikaribe derkeve dervê welat, wê heftê carekê ji bo îmzeyê here qereqolê û wê bêgirtî mehkema wî dewam bike.
Çevîk Bîrê ku di hepsa Sîncanê de girtî ye, mehek berê beyan kiribû ku esil mesûlê derbeya 28ê Sibatê Îsmaîl Karadayi ye.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.