Wehşeta Polîsan
Wehşeta PolîsanLi Efğanîstanê Polîsan 12 Gundî Qetil Kirin
Li Efğanîstanê wehşeta Emrîka û Natoyê ne bes, îja polîsan jî wehşet rast kir. Li gor xeberan hat gotin ku li Efğanîstanê li bajarê Kûndûzê, polîsan 12 gundî qetilkirine.
Waliyê Kûndûzê Hemdûllah Danîş da zanîn ku piştî kuştina 2 polîsên sivîl, polîs rast û çep li gundiyan direşînin. Polîsên sivîl, 12 gundiyan dikujin, 7 heban jî birîndar dikin.
Li aliyê din hat diyarkirin ku li Pakîstanê li bajarê Peşawerê, li dîplomatên Emrîka êrîş hatiye kirin. Vê sibehê êrîş li wesaîta ku xebatkarên sefaretxana Emrîka dibir, hat kirin. Êrîş bi wesaîteke bombekirî pêk hat. Di êrîşê de 2 kes mirin, 19 kes jî birîndar bûn. 2 heb birîndar dîplomatê Emrîka ne. Sefaretxana Emrîka êrîş û rewşa dîplomatan teyîd kir.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.