Welatên Îslamê divê bo Arakanê digel hev hareket bikin

Welatên Îslamê divê bo Arakanê digel hev hareket bikin

Serokkomar Erdogan derheqê qetlîamên li hember Mislimanên Arakanî tên kirin de diyar kir “Saziyên navneteweyî, nexasim jî em wek welatên Îslamê tiştên ku ji destên me bê divê em bikin da ku dawî li vê zilmê bê û divê em digel hev micadele bikin.”

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di rûniştina vekirinê ya Yekemîn Lûtkeya Teknolojî û Zanîstê  ya Teşkîlata Hevkariya Îslamê bû. Erdogan di rûniştinê de axavtinek kir. Erdogan di axavtina xwe ya ku derheqê Arakanê kir de diyar kir bo dawî li zilma li Arakanê bê anîn divê em digel hev mucadele bikin.

“Divê dawî li zilma li Arakanê bê anîn”

Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ji bo pêşiya vê dramê bê girtin ew dixwazin bi hikûmetên Myanmar û Bangledeşê re pêkve bixebitin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me teklîfên xwe ji meqamên Bangledeşê re teqdîm kir da ku ew ji wan Mislimanên ku ji ber zilm û zordariyê reviyane û xwe spartina wan xwedî derkevin û jin wan re alîkariyê bikin. Saziyên navneteweyî, nexasim jî em wek welatên Îslamê tiştên ku ji destên me bê divê em bikin da ku dawî li vê zilmê bê û divê em digel hev micadele bikin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.