Welatên Îslamê pêwîst e ku hêzên xwe yên eskerî û îqtîsadî bikin seferber

Welatên Îslamê pêwîst e ku hêzên xwe yên eskerî û îqtîsadî bikin seferber

Mehmet Huseyîn Yilmazê Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê derheqê qetlîamên ku li Arakanê tên kirin de diyar kir “Welatên Îslamê pêwîst e ku hêzên xwe yên eskerî û îqtîsadî bo Arakanêseferber bikin.”

Mehmet Huseyîn Yilmazê Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku ji qetlîamên çeteyên Budîst û artêşa Myanmerê re bertek nîşan da derheqê mijarê de diyar kir: “Welatên Îslamê pêwîst e ku hêzên xwe yên eskerî û îqtîsadî bo Arakan  seferber bikin.”

 “Li wê derê hebûna zilmê eyba welatên Milsiman û ya me ye”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir sedema bingehîn a hebûna van zilm û wehşetên ku li Arakanê tên kirin di nav Mislimanan de tunebûna wehdetê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Qetlîam û zilmeke mezin heye, bi gotinê xelas nabe. Bi rastî jî malên wan Mislimanên bêçare û bêçek  tên xerakirin û ew Misliman ji war û welatên xwe tên derxistin û nahêlin ku xwe bispêrin welatên cîran. Li wê derê hebûna zilmê eyba welatên Milsiman û ya me ye. sedema bingehîn a hebûna van zilm û wehşetên ku li Arakanê tên kirin di nav Mislimanan de tunebûna wehdetê û tunebûna yekîtiya siyasî ye.  Ger em karibin bibin ummeta Îslamê û ger em karibin yekîtiya siyasî  tesîs bikin ji xwe ew ê yekîtiya eskerî û aborî li dûv were.”

Yilmaz di dawiya axavtina xwe de bang li serokên dewletê yên welatên Îslamê kir û diyar kir “Qet nebe wein di vê mijarê de hêzeke hevpar çêbikin.”

ÎLKHA



HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.