“Welatên Îslamî dikaribûn ‘Koma Krîzê ya Maseya Sûriyê’ pêk binîn”

“Welatên Îslamî dikaribûn ‘Koma Krîzê ya Maseya Sûriyê’ pêk binîn”

DİYARBEKİR - Yrd. Doç. Dr. Huseyîn Şeyhanliogluyê ku hevdîtinên li Astanayê nirxand destnîşan kir hevdîtin ji ya xirab çêtirtir e û ger ku welatên Îslamî karibûn ‘Koma Krîzê ya Maseya Sûriyê’ pêk binîn dikarin çareseriyê bînin.

Di van rojên borî de 2 rojan di derheqê agirbesta mayînda ya li Sûriyê de muxalif, rejîm û çend welatên din li Astanaya Kazakîstanê hatin ba hev û hevdîtinan kirin. Yrd. Doç. Dr. Huseyîn Şeyhanliogluyê Midûrê Navenda Lêkolînên Siyasal a Zanîngeha Dîcleyê di derbarê van hevdîtinên ku li Astanayê hatin kirin de nirxandinan kir û destnîşan kir hevdîtin ji ya xirab çêtirtir e, tu kes di şer de qezenc nake û ji bo aştiyê agirbesteke demkî şert e.

“Ew çareseriya ku dê welatên Îslamî dîtibana dê bigihaştibana Yemen û Libyayê”

Şeyhanlioglu di berdewama axavtina xwe de nirxandina xwe ya di derheqê hevdîtinan de wiha domand: “ Xwezî ji dêla Civîna Astanayê de ‘Koma Krîzê ya Maseya Sûriyê’ ya ku di serî de Îran û Tirkiyê û her wiha Misir, Erebîstan, Qatar û welatên din Îslamî tê de hebena hatibana pêk anîn dê ev çareseriya Sûriyê ya vê ‘Koma Krîzê ya Maseya Sûriyê’ dê gihaştibana Libya û Yemenê jî. Ger ku ev hatibana kirin dinyaya Îslamê dikaribû mişkîleyên xwe di nav xwe de çareser bikiribana.”(ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.