Welatiyên Misrê Yên Li Derve Jî Ji Bo Referandûmê % 68 Gotin “Erê”

Welatiyên Misrê Yên Li Derve Jî Ji Bo Referandûmê % 68 Gotin “Erê”

Welatiyên Misrê Yên Li Derve Jî Ji Bo Referandûmê % 68 Gotin “Erê”

Ji bo referandûma Misrê, welatiyên Misrê yên derve jî çûn ser sindoqan. Li gor encamên ne resmî, welatiyan ji sedî 68 gotin “erê”, ji sedî 32 jî gotin “na”. Jimartina 230 hezar û 991 rayan bi dawî bû. 157 hezar û 77 kesan gotin “erê”, 73 hezar û 914 kesan jî gotin “na”

Hat îfade kirin ku gelekî Misriyên ku li welatên xalîcê dijîn, gotine “erê”, yên li Ewrûpa jî gelekê wan gotine “na”

Wekî tê zanîn tûra duda ya referandûmê, di 22ê Kanûnê de li 17 herêma tê li dar xistin. Tê texmîn kirin ku, wê di tûra dudan de nêzî 25 milyon hilbijêr, biçin ser sindoqan.

Li aliyê din, Îxwanul Muslîmînê Misrê îfade kir ku, sersewcî Talat Îbrahîm Ebdûllah, ji ber ku hatiye tehdît kirin, îstîfa xwe daye. Sersewcî Îbrahîm Ebdullah, do êvarê îstîfa xwe pêşî konseya yargiya bilind kiribû. Serekcimhûr Muhammed Mûrsî di 22ê Mijdarê de, wî tayînî sersewcîtiyê kiribû.

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.