Welayetî bersiv da îddîayên ku Îran li Harîrî gef xwariye

Welayetî bersiv da îddîayên ku Îran li Harîrî gef xwariye

Elî Ekber Welayetiyê Şewirmendê Polîtîk ê Derve yê Elî Hamaneybersiv da îddîayên ku ji teref Îranê veli Serokwezîrê Libnanê Elî Herîrî gef hatiye xwarin.

Elî Ekber Welayetiyê Şewirmendê Polîtîk ê Derve yê Elî Hamaney ê ku tê diyarkirin bûye sedema îstîfaya Harîrî bersiv da îddîayên ku ji teref Îranê ve  li Serokwezîrê Libnanê Elî Herîrî gef hatiye xwarin û hûrgiliyên hevdîtina ku di navbera wan de derbas bûye.

Welayetî di daxuyaniya ku da de derbarê mijarê de diyar kir ew îddîayên ku ji teref Îranê ve li Elî Herîrî gef  hatiye xwarin ne rast in.

Welayetî di berdewama axavtina xwe de diyar kir di hevdîtina ku li avahiya serokwezîrtiyê ya lu Beyrûdê beriya îstîfaya Harîrî hat kirin de  bi tu wechî  axavtineên tehdîdwarî û yên ku tê de peyvên tehdîdên hene nehatine bikaranîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Axavtinên Harîrî ew axavtinên Siûdî ne ku bi wî didin gotin. Di hevdîtina ku di navbera me derbas bû de bi tu şiklî îfadeya mudaxalekirina karên nav xweyî ya Lubnanê nehatiye nehatiye bikaranîn Di hevdîtina ku hat kirin de ne tûj û tund hat xeberdan ne jî gef hat xwarin. Ji ber wê yekê ew îddîayên Herîrî yên Siûd in ku pê didin gotin. Siûd çawa ku li Libnanê aramiyê naxwaze bi heman awayî naxwaze Îran û Libnan jî bibin dost.”

Welayetî di dawiya axavtina xwe de diyar kir “Herîrî jî di axavtina xwe de îtîraf kir ku ji teref min ve tu gef lê nehatine xwarin” û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji ber ku li Libnanê di navbera komên 14 Adar û 8 Adar de mutaqabat çêbûye kêfxweş in. Mutaqabata di navbera koman  de û damezrandina hikûmetê Libnanê  xistiye nav wan welatên herî bi ewlehî. Ger berxwedana Îslamî tubebana, rejîma siyonîst  ew ê çi tiştan anîbana serê Libnanê ku ev yek nayê zanîn. Em hêvî dikin ku Birêz Harîrî demildest vegere serê karê xwe.”(ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.