Weqfa Êtîman, alîkarîya ku ji dikandarên Qonyeyê kom kiribû ji Xezzeyê re gihand

Weqfa Êtîman, alîkarîya ku ji dikandarên Qonyeyê kom kiribû ji Xezzeyê re gihand

Li Qonyayê, Platforma STK ya Qonyayê û Yekîtîya Odeyên Zenaat û Dikandarên Qonyeyê, bi navê “Qezencekî min a rojekî ji Xezzeyê re” seferberîyekî dabûn destpêkirin û ji vê kampanyayê re sazîyên alîkaîrya mehellî û neteweyî jî destekê dabûn.

Ji 7ê Cotmehê vir ve ku rejîma îşxalker li dijî Xezzeyê êrîşan dabû destpêkirin nêzê 2 milyon însan ji cîhê xwe bûn, rejîma terorîst ku li Xezzeyê qirkirin û qetlîman didomîne, nahêle ku bila ti alîkarî bikeva nav Xezzeyê.

Platforma STK ya Qonyayê û Yekîtîya Odeyên Zenaat û Dikandarên Qonyeyê ku ji ber vê sedemê dest bi kar kiribûn, di 30yê Çileyê de bi navê “Qezencekî min a rojekî ji Xezzeyê re” seferberîyekî dan destpêkirin û bang li hemû dikandaran kirin.

Dikandarên ku ji banga seferbertîyê re bêdeng neman qezencên xwe yên ku di roja 8ê Sibatê de bidestxistibûn, teslîmê Weqfa Êtîman kirin, Weqfa Êtîman jî wê alîkarîyê ji Xezzeyê re gihand.

Van alîkarîyên ku ji Xezzeyê re hatine gihandin, ji xelka ku bi mehan e di bin bombeyan de ne û bi qirkirinê re rûbirû ne re bûye moral û ew fêhm kirine u hêj xûşk û birayên wan hene.

Weqfa Êtîman ku ji bona xemgînîya li Xezzeyê sivik bike û alîkarî bighêje Xezzeyê fealîyetên xwe bênavber didomîne, ji bi hezaran malbatên Fîlîstînîyan re şîva germ belav kir û hindik be jî ji wan malbatan re di roja wan yê zor û zehmet de dibe hêvî.

Zarokên Êlihî jî ji bona Mislmanên Xezzeyê dest bi hereketê kirin.

Esma û Elîfa xûşkên Êlihî, zendik û xişrên ku bidestê xwe çêkiribûn firotin û ji bona ku pereyên wan ji Xezzeyê re bighêje Xezzeyê teslîmî Karwana Hêvîyê kirin.

Dildarê Komeleya Êlihê yê Karwana Hêvîyê Ridvan Uzumcu ku wê alîkarîya biqîmet ji xûşkan girt, ji zarokan re teşekur kir. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.