Weqfa Êtîman bi minasebeta “Roja Êtîmên Cîhanê” ji zarokên êtîm re bisiklêtê belav kir

Weqfa Êtîman bi minasebeta “Roja Êtîmên Cîhanê” ji zarokên êtîm re bisiklêtê belav kir

Roja 15emîn a meha Remezanê, li giştîyê cîhanê wek bi navê “Roja Êtîmên Cîhanê” tê pîrozkirin. Temsîlkarê Dîyarbekir yê Weqfa Êtîman, bi minasebeta “Roja Êtîmên Cîhanê” ji zarokên êtîm re bisiklêt dîyarî kir.

“Roja Êtîmên Cîhanê” di her 15ê meha Remezanê de li giştîyê cîhanê bi bernameyên cuda tê pîrozkirin.

Temsîlkarê Dîyarbekir yê Weqfa Êtîman jî bi desteka xêrxwazan ji zarokên êtîm re bi minasebeta “Roja Êtîmên Cîhanê” kêfxweş kir.

Weqf di vê rojê de ji êtîm, sêwî û bêkesan re bisiklêt belav kir û wan kêfxweş kir.

Derheqê xebatê de Endamê Sazîya Bireveberîya Weqfa Êtîman Recep Bozkir weha axivî, “Em wek Weqfa Êtîman ji zarokên êtîm re wek alîkaîryên cil û bergan li dar dixin, di 15ê Remezanê de jî bi wesîleya ‘Roja Êtîmên Cîhanê’ ji zarokên êtîm re li Dîyarbekirê ji 50 zarokên xwe yên êtîm re bisiklêtê dîyarî kir. Xwedê ji xêrxwazên ku alîkarîyên xwe ji me teqsîr nekirine razî be. Em bexşên xêrxwazên xwe ji êtîman re dighêjînin. Heta ku xêrxwaz alîkarîyên xwe bidomînin em ê jî van fealîyetên xwe bidomînin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.