Weqfa Êtîman di meha Remezanê de ji hezaran malbatan re alîkarîyê kir

Weqfa Êtîman di meha Remezanê de ji hezaran malbatan re alîkarîyê kir

Weqfa Êtîman, di meha Remezanê de him di nav welat de û him jî di derveyê welat de ji bi hezaran malbatan re ji 1 milyon TLyî zêdetir alîkarîya meddî belav kirin û ji xêrxwazan re sipasîyên xwe şîyandin.

Weqf, derheqê alîkarîyên xwe yên ku di meha Remezanê de kirin de agahî da û ji hemû kesên ku di van alîkarîyan de xêra wan gihiştîye re sipasîyan kir.

Di hîsaba medyaya civakî ya Weqfê de daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ew bi tevî alîkarîyên xêrxwazan ji bi hezaran malbatan re alîkarîyan kirin e.

Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku ew di meha Remezanê de 205 hezar û 449 TL alîkarîya xwarinê, 323 hezar û 800 TL alîkarîya meddî, 76 hezar TL alîkarîya goştê sor, 240 hezar û 280 TL alîkarîya derveyê welat, 69 hezar TL alîkarîya fitarîyê, 225 hezar TL jî alîkarîya ‘îdanîyê kirin e.

Di berdewama daxuyanîyê de weha hat gotin, “Em ji hemû xêrxwaz, endam û dildarên xwe yên ku di vê meha Remezanê de ji bona ku ji wan êtîman re alîkarî bê şîyandin xebatê kirine û alîkarîyê kirine re sipasîyên xwe dişînin.”

Di dawîya daxuyanîyê de hat destnîşankirin kesên ku daxwaz dikin alîkarî bikin dikarin di sîteya înternetê de û di telefonê de wan alîkarîyên xwe bikin û wan agahîyan jî ewakî ne; yetimlervakfi.org.tr û 0549 540 29 21. (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.