Weqfa Êtîman li Dîyarbekir ji êtîman re fitarîyê da

Weqfa Êtîman li Dîyarbekir ji êtîman re fitarîyê da

Temsîlkarîya Dîyarbekir ya Weqfa Êtîman, bi alîkarîya xêrxwazan ji ber minasebeta “Roja Êtîman yê Cîhanê” ji zarokên êtîm û sêwîyan re fitarîyê da.

“Roja Êtîman yê Cîhanê”, her roja 15emîn a meha Remezanê li giştîyê cîhanê tê pîrozkirin.

Ji bernameya ku di rêstorenekî de hat tertîpkirin re rayedarên weqfê jî beşdar bûn û ji zarokan re çeşîd bi çeşîd lîstokan hat belavkirin.

Memduh Emekê Temsîlkarê Dîyarbekir yê Weqfa Êtîman derheqê bernameyê de daxuyanî da, di axavtina xwe de bi bîr anî ku her 15emîn a Remezanê Roja Êtîman yê Cîhanê tê îdreqkirin.

Emek di axavtina xwe de destnîşan kir ku lazim e ku ji êtîman re xwedî bê derketin, nexwe him di dinyayê de him jî di axiretê de ew ê hisran û obalekî mezin bê kişandin.

Emek di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku gerek rojekî tenê ji êtîman re xwedî neyê derketin, gerek ev xessasîyet di temamê salê de jî bê nîşandan.

Emek di dawîya axavtina xwe de bal kişand ku ji bona ku wan êtîman bibin mirovek xwedênas ji wan re alîkarî bê kirin û li axavtina xwe weha zêde kir, “Hekena her zarokên êtîm yê ku bikeve rêya xirab obala wî li ser wê civakê ku tê de jîyan dike ye. Lê êtîmên ku bi alîkarîya meddî an jî menewîyê biçûk kêfxweş dibe, elbet ew ê dinyayê jî bide kêfkirinê û ev dinyayê jî bike wek gulîstanê.” (ÎLKHA)
https://youtu.be/hvDKX6In9N4

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.