Weqfa Êtîman li Dîyarbekirê ji zarokan re cil û bergên zivistanê belav kir

Temsîlkarîya Dîyarbekirê ya Weqfa Êtîman, ji zarokên sêwî û êtîm re di çarçoveya projeya “Botek, Qapûtek” de cil û bergên zivistanê belav kir.

Weqfa Êtîman a ku li çar alîyê welat û li dinyayê, ji zarokên sêwî û êtîman re fealîyetên alîkarîyê dike, di çarçoveya “Botek, Qapûtek” de cil û bergên zivistanê belav kir.


Recep Bozkirê Endamê Lijneya Bireveberîya Weqfa Êtîman derheqê fealîyetê de agahî da û weha axivî, “Em bi navê Weqfa Êtîman îsal jî ku wek her sal van alîkarîyên xwe dikin, ji bona ku êtîmên me necemidin projeyeke me ya di çarçoveya “Botek, Qapûtek” de heye. Me ji îro pê ve alîkarîyên xwe ji bona êtîman da destpêkirin. Gihaştina me ya ji êtîman re bi tevî alîkarîyên we ew ê rehettir bibe. Êtîm gelek zêde ne, qeweta me ji teva re qîm nake. Ji ber vê yekê ye ku hûn çiqas alîkarîyê ji me re bidin ew ê alîkarîyên me jî ew qas bidomin. Ji bona ku em bighêjin zêde êtîman, hewceyê me ji we re heye, em dixwazin ku alîkarîyên we bibin ji hemû êtîmên dinyayê re.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler