Weqfa Êtîman rapora çalakiya xwe ya Meha Remezanê eşkere kir

Weqfa Êtîman rapora çalakiya xwe ya Meha Remezanê eşkere kir

Weqfa Êtîman ku li gelek navçe û dervayê welat fealiyetên xêrxwaziyê dike, rapora fealiyetên xwe yên Meha Remezanê eşkere kir.

Li ser navê weqfê Koordînatorê Giştî ya Weqfê Cemîl Cahît Unsal rapor xwend.

Unsal got ku wan giringiyê daye alîkariyan li sêwî, feqîr û mexdûrên şer û karesatan belav bikin û çalakiyên xwe bi piştevaniya xêrxwazan pêk bînin.

Unsal da zanîn ku di Meha Remezanê nava welat de bi qasî 6 milyon û 255 hezar û 135 TL alîkarîya xurek, qirtasîye û yên dinê li gelek malbatan hatiye belavkirin.

Unsal da zanîn ku wan bi nirxê 6 Mîlyon û 140 hezar û 350 TL alîkarî li derveyî welat belav kirine.

Li gorî raporê di Meha Remezanê de bi giştî 12 milyon 395 hezar 485 TL hat belavkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.