Weqfa Karwanê Hêvîyê Qur'ana Kerîm belav kir

Weqfa Karwanê Hêvîyê Qur'ana Kerîm belav kir

Weqfa Karwanê Hêvîyê ya ku ji roja ewil a erdhejê ve li Semsûrê jî xebatên xwe yên alîkarîyê birêve dibe û hewl dide birînên erdhejzedeyan derman bike xebatên xwe didomîne.

Weqfa ku li Semsûrê xebatên xwe bênavber didomîne ji ber minasebeta meha Remezanê ji welatîyan re Qur'ana Kerîm belav kir.

Welatîyên ku dixwastin di mizgeftên kon de tevlî muqabeleyan bibin Quranên ku dihatin belavkirin girtin û beşdarî muqabeleyê bûn.

Kesên ku ji vê xizmeta weqfê re jî bûn şahid ji kesên bûn wesîle re dia kirin û kêfxweşîyên xwe anîn zimên.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.