Weqfa Yetîman banga "Alîkariya Qurbanê" kir

Weqfa Yetîman banga "Alîkariya Qurbanê" kir

Weqfa Yetîman ku di sala 2022’yan de ji xeynî alîkarîyên neqdî bi heman awayî alîkarîya goştê sor, xwarin, cil û berg û eşyayên malê li kesên feqîr dike; banga "bexşîna qurbanan" li xêrxwazan kir da ku di vê cejnê dilê feqîran bê xweşkirin.

Nûnerê Weqfa Êtîman ê Diyarbekirê Memduh Emek derbarê fealiyetên qurbanê de daxuyanî da. Emek di daxuyanîya xwe de ji bo xêrxwazan banga alîkariyê kir.

Memduh Emek diyar kir ku ew di sala 2022yan de bi hemû leza xwe xebatên xwe yên fedekariyê didomînin, Emek dûre wisa li daxuyanîya xwe zêde kir: "Hin xêrxwazên me digihîjin me û alîkariyê didin. Înşallah em ê şert û mercên munasib ji wan re ava bikin da ku qurbaniyên xwe bi rihetî bi rêbazên paqijî û îslamî ser jê bikin. Xwedê ji wan razî be. Di vê mijarê de em ji her kesî hestiyariyê hêvî dikin. Em wek Weqfa Êtîman bi îbadet û fealiyetên xwe yên navxweyî û biyanî em dibin navbeykar û wasita da ku ji bi hezaran êtîm, sêwî û mexdûran alîkarî bê kirin.”

"Em ji bîr nekin ku bi hezaran sêwî û mexdur çavê wan li rê benda me û we ne"

Emek di dawîya daxuyanîya xwe de wiha got: "Xêrxwazên me yên ku dixwazin nêztirî Xwedê bibin dikarin bi me re têkilî deynin û beşdarî vê xêrê bibin. Xebatên me yên qurbanê îsal jî berdewam dike. Em ji bîr nekin ku çavên bi hezaran kesên sêwî û mexdur li rêya me ne û ew benda me û we ne. Armanc û xebata me ew e ku em wek salên berê goşt ji malên bi hezaran sêwî û mexdûran re bişînin û bibin şirîkê sifreyên wan." (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler