Weqfa Zarokan Xelas Bikin: Li Efrîqaya Rojhilat serê 48 sanîyeyê carekê kesek ji birçîna dimre

Weqfa Zarokan Xelas Bikin: Li Efrîqaya Rojhilat serê 48 sanîyeyê carekê kesek ji birçîna dimre

Li gorî rapora Weqfa Zarokan Xelas bikin li Etîyopya, Kenya û Somalîya ku ziwayî li wê tesîrdar e, her sal di 48 sanîyeyê de keseke ji birçîbûnîyê dimre.

Weqfa Zarokan Xelas bikin, ji bona ku bal li ser ziwayîya ku li cîhanê tê jîyankirin bikşîne raporek belav kir.

Di raporê de hat destnîşankirin ku di sala 2011an de li Somalîyê ji 269 hezarî zêdetir mirov ku di nav wan de zarokên ku nîvê wan ji 5 salî biçûktirin jî hene ji ber ziwayîyê canê xwe ji dest dan.

Li Somalî û Etîyopyayê nêzê nîv milyon însan ji ber ziwayîyê bi tinebûnî û tiştên wek ziwayîyê re micadele dikin.

Li Kenyayê jî 3.5 milyon însan bi germahîya zêde micadele dike.

Di raporê de bal hat kişandin ku li her sê welatê jî mirovên ku birçîbûnîyê dikşînin li gorî sala borî 2 qet zêde bûne û ji 10 milyonî derketine 23 milyonî û teqrîbî di her 48 sanîyeyê de kesek ji birçîbûnîyê canê xwe ji dest dide. (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.