Wesayîta ku têket restoranê 11 kesan birîndar kir

Wesayîta ku têket restoranê 11 kesan birîndar kir

Li navçeya Osmangaziya Bursayê wesayîtekî tîcarî têket nav restoranê. Di encama vê têketinê de 2yê wê giran bi tevahî 11 kes birîndar bûn.

Li navçeya Osmangaziya Bursayê kesekî ku wek bersûcê cinayetê lê dihat gerîn bi wesayîta ku xesp kiribû qeza kir. Di encama qezayê de 2yê wê giran bi tevahî 11 kes birîndar bûn.

Gor agahiyên ku hatine bidestxistin li navçeya Osmangaziyê li ser Cadeya Yeni Yalova Yolu O.Ayê (30) wek bersûcê qetîlê Gurbuz Komur lê dihat gerîn beriya wesayîta Yusuf Ay (45) girt. Dûvre wî birîndar kir.

O.Ayê ku wesayîta bi pleqeya 16 P 5828 ya ticarî dema ku bi lez wesayît diajot hakimyeta xwe ya dîreksiyonê ji dest da û têket nav restoranê. Di encama qezayê de 2yê wê giran bi tevahî 11 kes birîndar bûn. (ÎLKHA)










 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.