Wesayita leşkeriyê qulibî: Leşkerek jiyana xwe ji dest da 2 leşker jî birîndar bûn
Li Bingolê ji ber berfa ku bariye wesayita leşkerî qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de leşkerek jiyana xwe ji dest da û 2 leşker jî birîndar bûn.
Qeza derdora seat 21.00an de li ser Rêbeja Çewlig-Xarpêtê li nêzî mewqiya gundê Kurucayê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ji ber berfa ku bariye wesayîta leşkeriyê şimitî û wergeriya. Di qezaya ku pêk hat de leşkerek jiyana xwe ji dest da û 2 leşker jî birîndar bûn.
Piştî ku bi qezayê hat hisîn ambûlans sewqî cihê qezayê hatin kirin. Leşkerên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.