Wesayîta polêsan û mînîbûs li hev qelibîn: 3 mirî 13 birîndar

Wesayîta polêsan û mînîbûs li hev qelibîn: 3 mirî 13 birîndar

Li Diyarbekirê wesayîta polêsan û mînîbûs li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de3 kes jiyana xwe ji dest dan û 13 kes birîndarbûn.

Qeza di derdora seat 17.30an de li nêzî Gundê Mermera Licê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin  mîdîbûsa bi zirx a ku polêsên tîma taybet ên ku diçûn operasyonê hebûn  û mînîbûsa gund ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn li hev qelibîn.

Di qezaya ku pêk hat de  zarokeke di navbera temena 8-10 salan de jî di nav de tev de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)






 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.