Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê: Îşxal, ji Nexweşxaneya Nasirê derket encax derdorê nexweşxaneyê dorpêç kirîye

Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê: Îşxal, ji Nexweşxaneya Nasirê derket encax derdorê nexweşxaneyê dorpêç kirîye

Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, daxuyand ku artêşa îşxalê ji Nexweşxaneya Nasirê derketîye lê li nêzê nexweşxaneyê xwe bi cîh kirine û dorpêç kirine.

Ji teref Wezareta Tenduristî yê Xezzeyê ve derheqê Nexweşxaneya Nasira li Xan Yûnisê de daxuyanî hat belavkirin.

Wezaret derketina artêşê a ji nexweşxaneyê rast kir, lê diyar kir ku ew li derdorê xwe bicîh kirine.

Hat îfadekirin ku têketin-derketine nexweşxaneyê tê astengkirin, derheqê rewşa dawîn a li Nexweşxaneyê de weha hat gotin:

“Ji bo personelê nexweşxaneyê û nexweşan ava vexwarinê û paqijîyê nemaye, ew bêav, bêxwarin, bêceryan, bêoksîjen û bêtedawî ne.

Ekîbên tenduristîyê, ji ber qutbûna jenerator û oksîjenê nexweşên ku şehîd bûne di nav nexweşxaneyê de defin kirine.

Ava binesazîyê û qenelan jî qata zemîn a nexweşxaneyê di bin avê de hiştîye.

Îşxal, hêna jî temîrkirina depoyên ava nexweşxaneyê û binesazîyan asteng dike.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.