Wezîr Fakibaba: Em ê piştî 3 salan êdî goşt îthal nekin
Wezîrê Heywandarî Çandînî û Xurekê Ahmet Faki Baba destnîşan kir em ê piştî 3 salan êdî goşt îthal nekin.
Wezîrê Heywandarî Çandînî û Xurekê Ahmet Faki Baba û Wezîrê Bazirgan û Gumrikê Bulent Tufenkçî digel hev bo ziyeretinan hatin Rihayê.
Wezîrê Heywandarî Çandînî û Xurekê Ahmet Faki Baba di daxuyaniya li Rihayê da de derbarê mijarê de wiha axivî: “ Bi rastî jî ez li dijî îthalkirina goştê sor im. Lê belê divê dost û welatiyên min goştê sor bixwin. Ev îthalat demkî ye. Ez soz didim we. Ez dixwazim hûn zanibin ku ev îthalat demkî ye. Hûn ê bibînin piştî 3 salan em ê goştê sor îthal nekin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.