Wezîr Kaya: Hollanda ji nîşka ve OHAL îlan kir
Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kayaya ku ji bo bi hemwelatiyên Tirkiyê re were cemhev çûbû Hollandayê lê ev ziyaret hat astengdarkirin wezîr zivirî Tirkiyê.
Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kayaya ku ji bo bi hemwelatiyên Tirkiyê re were cemhev çûbû Hollandayê lê ev ziyaret hat astengdarkirin wezîr hat Balafirgeha Ataturkê.
Kayaya ku di derbarê mijarê de daxuyanî da wiha diyar kir: “Li Hollanda ji nîşka ve OHAL hat îlankirin. Me piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê OHAL îlan kir. Xerb vê yekê pirsyarî kir. Xerba ku OHALa me pirsyarî kir piştî vê yekê OHAL îlan kir. Him li dijî endamên me û him jî li dijî hemwelatiyên me helwest û muemeleya wan bi zext bû. Em vê yekê şermezar dikin. Em dixwazin ku ev helwest were şermezarkirin. Doh bişev hemî azadî hatin astengkirin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.