Wezîr Nebatî çû serdana Karwana Hêvîyê ya ku ji lehîyê zirar dîtibû

Wezîr Nebatî çû serdana Karwana Hêvîyê ya ku ji lehîyê zirar dîtibû

Wezîrê Malîye û Xezîneyê Nûreddîn Nebatî li Rihaya ku ji lehîyê zirar dîtiye lêkolîn û ziyaretên xwe didomîne.

Li Rihayê berî vê du rojan ji ber barana ku zêde barîya lehî rabû û ji ber vê yekê bi dehan mal di bin avê de man, dikan zirar dîtin û 15 kes jî wefat kirin. Her wisa hat hînbûn yek ji wan sazîyên ku zirarê dît Karwana Hêvîyê ye ku ew ji bo erdhejzedeyan alîkarîyê amade dikir.

Wezîrê Malîye û Xezîneyê Nûreddîn Nebatîyê ku li Rihaya ji lehîyê zirar dîtiye lêkolîn û ziyaretên xwe didomîne çû serdana Karwana Hêvîyê û derd û kulên wan guhdar kir û dûre ji wê derê veqetîya.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.