Wezîr Yerlîkaya: Em erdheja li Behra Marmarayê di nêz de dişopînin

Wezîr Yerlîkaya: Em erdheja li Behra Marmarayê di nêz de dişopînin

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, weha got, “Di erdheja ku li Behra Marmarayê di mezinahîya 5,1an de pêk hat de, hemû ekîbên me di serî de AFAD ji sehayê re hatin sewqkirin.”

Wezîr Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de weha got:

“Di peravên Behra Marmarayê de di mezinahîya 5,1an de erdhejek pêk hat, erdheja ku pêk hat li bajarên derdorê jî hat hîskirin, ji bo lêgerînan di sehayê de di serî de AFAD hemû ekîbên me ji herêmê re hatine sewqkirin. Em mesele û bûyeran di nêz de dişopînin. Ji welatîyên xwe yên ku ji erdhejê tesîrdar bûne re daxwazîyên xwe yên derbasîyê dişînin. Xwedê welatê û me û miletê me ji afetan biparêze.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.