Wezîrê Edaletê Tunç: Ez êrîşa li dijî HUDA PARê bi tundî şermezar dikim

Wezîrê Edaletê Tunç: Ez êrîşa li dijî HUDA PARê bi tundî şermezar dikim

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, derbarê êrîşa ku liEdeneyê ya ku têde Sekreterê Bajêr ê HUDA PARê Sacît Pişgîn şehîd bû û Serokê Parêzgehê Salîh Demîr jî birîndar bû de wiha got: "Lêkolîna edlî ji bo ronîkirina hemû aliyên êrîşa hovane dewam dike."

Bûyer li Serokatiya Bajêra Edeneyê ya HUDA PARê di derdora seat 17.40an de pêk hat.

2 kesên ku ketin avahiya partiyê, di dema nimêjê de êrîşî Serokê Bajêr Salîh Demîr û Sekreterê Bajêr Sacît Pişgîn kirin.

Sacît Pişgîn ê ku di êrîşê de bi giranî birîndar bibû, li nexweşxaneya ku lê hat rakirin nexweşxaneyê şehîd bû. Hat hînbûn ku tedawiya Demîr a li nexweşxaneyê berdewam dike.

Wezîrê Edaletê ê Yilmaz Tunç jî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê êrîşê de daxuyaniyek belav kir.

Tunc wiha got:

"Ez êrîşa kub li Serokê HUDA PARê yê Edeneyê Salîh Demîr û Sekreterê Bajêr Sacît Pişgîn hat kirin bi tundî şermezar dikim. Ji bo Sacit Pişginê ku di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da rehma Xwedê û ji Salih Demîrê ku tedawiya wî dewam dike re jî şifaya xêrê dixwazim.

Der barê êrîşê de lêpirsîna edlî ya pêwîst ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hat destpêkirin û kesek hat binçavkirin. Lêpirsîna edlî ji bo ronîkirina hemû aliyên êrîşa hovane berdewam dike. Ez ji malbata Sacîd Piştî wefat kir û ji bo rêxistina HUDA PARê re sersaxiyê dixwazim." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.