WHO: Em li hember tiştên ku di Nexweşxaneya Kemal Advanê de tên jîyandin heyret man

WHO: Em li hember tiştên ku di Nexweşxaneya Kemal Advanê de tên jîyandin heyret man

Ji teref Rêxistina tenduristi ya Cîhanê ve hat îfadekirin, “Em li ber bûyerên ku li Nexweşxaneya Kemal Adwan diqewimin em qurifîn û ketin dehşetê.”

Li Xezzeyê felaketa însanî sînora xeyalkirinê derbas kir. Derheqê bûyer û wahşeta li Nexweşxaneya Kemal Adwan diqewimin de ji teref Neteweyên Yekbûyî ve daxuyanî hat dayin.

Di daxuyanîyê de weha hat îfadekirin, “Em ji bêtesîrhiştina Nexweşxaneya Kamal Adwan a li Bakurê Xezzeyê di van çend rojên dawî de diqewimin, qurifîn û em ketin dehşeteke mezin. Nexweşxane hat xerakirin. Di encama xirakirin û bêtesîrhiştina nexweşxaneyê de herî kêm 8 nexweş mirin.”

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin, “Ji ber ku ambûlans nikarin bên tesîsên nexweşxaneyan, gelek nexweş di warê sihet û tenduristiyê de di bin telûkeyeke mezin de ne. Di nav de zarokekê 9 salî jî heye gelek zarok ji ber kêmasîya xizmetên sihetê canê xwe ji dest dan.”

Hat diyarkirin, “Sistema lênihêrîna sihetê ya Xezzeyê ji xwe hilweşiya bû, xirakirina nexweşxaneyek din a ku hindik xizmetê dide, derbeyeke giran girt. Divê êrîşên li ser nexweşxane, xebatkarên tenduristî û nexweşan bi dawî bibin. A niha êdî wexta agirbestê ye.”

Di beyanê de herwiha hat îfadekirin, gelek xebatkarên tenduristîyê hatine desteserkirin, Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê û şerîkên rêxistinê, derheqê rewşa van kesan de malûmatên acîl taleb û daxwaz kirîye.

Wek ku tê zanîn rejima sîyonîst a îşxalê di 12 meha kanûnê de, avêtibû ser nexweşxaneya Kemal Adwanê bi dehan kesên ku ji cihên xwe bûbûn, nexweş û birîndar hêj dijiyabûn, hatibûn şehîdkirin. 90 kes jî desteserkiribûn û bixwe re biribûn.

Ji teref Neteweyên Yekbûyî ya ku li hember wehşeta sîyonistan aciz maye ve jî derheqê felaketê de daxuyanîyekî hat dayin.

Di beyana fona nufûsê ya Neteweyên Yekbûyî de hat destnîşankirin, “"Li Xezzeyê jinên bi hemle û şîrmij bi kêmasiyeke ciddî ya xwarinê re rû bi rû ne. Li Xezzeyê kêmasiyên giran ên xwarinê pîrekên bi hemle û yên şîr didin wan dixe telûkeya nexweşiyên kêmxwînî, preeklampsiya, herikadina xwînê û heta dike telûkeya mirinê."

Li gor çavkaniyên herêmê a niha 68 hezar pîrek şîr didin zarok û pitikên xwe. 45 hezar pîrek jî bi hemle ne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.