WHO: Li Xezzeyê sîstema tenduristîyê hilweşîya

WHO: Li Xezzeyê sîstema tenduristîyê hilweşîya

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand ku li Nexweşxaneya Baptist a li bakurê Xezzeyê ji ber bi temamî dawîbûna ceryan, sotemenî, av, xwarin û pêdiviyên tenduristiyê û nebûna doxtorên pispor emeliyat sekînin

Êrîşên rejîma îşxalker a siyonîst li dijî Xezzeyê ev bû 76 roj in bênavber didomin. Ji ber êrîşên rejîma îşxalker ku li herêmên sivîlan û nexweşxaneyên ku bi hezaran şêniyên herêmê xwe lê bi cih kirine lidar dixe, her kêlî hejmara şehîdan zêde dibe.

Ghebreyesus diyar kir ku şandeyên WHO û Neteweyên Yekbûyî li herêmê çavdêriyên xwe kirin û diyar kir ku heyet ji Nexweşxaneya Baptist û Şîfayê re derman, serum û malzemeyên ku ji bo emeliyat û dermankirina birîndaran bên bikaranîn teslîm kirine.

Ghebreyesûs destnîşan kir ku êrîşên dawî zirareke mezin gihandin saziyên tenduristiyê û weha got, "Hevalên me di qalkirina şert û mercên felaket ên nexweş û xebatkarên tenduristiyê de zehmetî kişandin."

Ghebreyesus îfade kir ku Nexweşxaneya Baptîst tijî nexweşên pêwîstiya wan bi lezgînî heye û wiha got, "Li hewşa nexweşxaneyê cenazeyên ku nikarin bi awayekî ewle û bi rûmet bên definkirin li kêleka hev rêz kirine." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.