Wîladeta Hezretî Pêxember di camîyan de hat îdraqkirin

Wîladeta Hezretî Pêxember di camîyan de hat îdraqkirin

Di Şeva Mewlûdê de bi minasebeta salvegera wîladeta Hezretî Muhammed, Misilmanan xwe sipartin camîyan.

Şeva Mewlûdê ku li gorî Teqwîma Hîcrî hatina dinyayê ya Hezretî Muhammed e tê tertîpkirin li çar alîyê welat di camîyan de hat îdreqkirin.

Misilmanên li Tirkîyê li çar alîyê welat û bajaran camîyan tijî kirin û îbadetan kirin.

Stenbol

Bernameya ku li Stenbolê hat lidarxistin ji teref Miftîtîya Stenbolê ve di Camîya Barbaros Heyrettîn Paşayê de bi Qurana Pîroz, Mewlûd û qesîdeyan hat tertîpkirin.

Dîyarbekir

Li Dîyarbekirê bername di Mizgefta Yeşîl Kubbeyê de hat tertîpkirin.

Di bernameyê de Quran hat xwendin, Mewlûd û qesîde hatin xwendin û dûre jî dua hat kirin.

Berdevkê Weqfa Evîndarên Pêxember Yehya Ograş di bernameyê de axavtina silavdayînê kir û îfade kir ku em her sal ji jîyana Pêxemberê me parçeyekî tevlî heyata xwe bikin em ê ji wî îstîfadeyê bikin.

Mele Abdulquddus Yalçin ku Melayê Camîya Yeşîl Kubbeyê ye jî derheqê jîyana Pêxember de axavtinek kir û li ser jîyana Pêxember de balan kişand.

Meletî

Li Meletîyê di Camîya Karagozlulerê de bernameya Mewlûdê hat tertîpkirin û gel beşdarî bernameyê bûn.

Sêrt

Li Sêrtê di Camîya Abdulhakîm Sancak Çarşîyê de ji teref Miftîtîyê ve bernameyek hat lidarxistin. Welatîyan di bernameyê de Quranê xwendin, mewlûdê xwendin û nimêj kirin.

Şirnex

Ji teref Miftîtîya Navçe ya Cizîra Şirnexê ve di camîyan de bername hatin lidarxistin û welatîyên beşdarî bernameyan bûn jî gelek gelek selewetan anîtin.

Riha

Misilmanên ku xwestin Şeva Mewlûdê îdreq bikin bi tevî zarokên xwe çûn camîyên Balikligol Mevlîdî Halîl û Hezretî Eyyûb.

Êlih

Bi minasebeta 1452yemîn a hatina dinyayê ya Pêxemberê me Hezretî Muhammed ku ji bo aleman re wek rehmetê hatîye şîyandin li Êlihê di hemû camîyan de bernameya “Şeva Mewlûdê” hat tertîpkirin.

Di bernameyên ku piştî nimêja eşayê hatin lidarxistin de Qurana Pîroz, Mewlûd û qesîde hatin xwendin û îlahî hatin gotin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.