Wuhan cardin hat xistin qarantînayê

Wuhan cardin hat xistin qarantînayê

Bajarê ku cara yekem Covîd-19 lê hatibû ditîn û 76 roj di qarantînayê de mabû, ji bo ku weqayên nû hat tespîtkirin cardin qerara qarantînaya 3 roja jı bo bajêr hat dayîn.

ema ku li Wuhanê, wek bajarê ku yekem car Covid-19 lê hat tesbîtkirin, qaratînayeke 76 rojî hat tetbîqkirin, ji ber ku weqayên nû hatin tesbîtkirin, dîsa biryara qarantînayê ya 3 rojan hat girtin.

Bajarê ku dîsa nexweşî têde peyda bû 4 weqayên asemptomatîk hat ragihandin.

Rayedaran, di çarçevoya polîtîkaya "Weqayê sifir" de, di herêma Jîangxîa'ya ku tê de 4 weqa hatiye tespîtkirin de biryara qarantînayê ya 3 rojan hat girtin.

Li Jiangxia ku nifûsa wê ji 970 hezarî zêdetir e, qedexeyên bi navê "tedbîrên kontrolê yên demkî" dest pê kirin.

Sînema, kafeyên înternetê, klînîkên biçûk, cihên bazarê, îbadetgeh hatin girtin û konser, konferans, civînên mezîn jî hat qedexekirin.

Xizmetên veguhastinên komî giştikan hat sekinandin û hat gotin ku pêwistî tune be şêniyên herêmê bila dernekevin derve.

Her wiha hat diyarkirin ku li Jîangxia'yê "mehelên rîsktirîn" hatine tesbîtkirin û li derketina malên şêniyên van meheleyan hat qedexekirin. (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.