Xatrê Muqeddesatên Me Zanibin

Xatrê Muqeddesatên Me Zanibin

Li Diyarbekir turbe û mekanên 27 sehabên şehîd û camiya hz Suleyman, li ba xelkê Kurdê musluman, pir bi qîmet e. Milletê musluman her hefte êvara înê, tê van dora ziyaret dikin.

Li Diyarbekir turbe û mekanên 27 sehabên şehîd û camiya hz Suleyman, li ba xelkê Kurdê musluman, pir bi qîmet e. Milletê musluman her hefte êvara înê, tê van dora ziyaret dikin.

Niha belediya Diyarbekir, tu xizmet û ehemmiyetê nade van mekanên mubarek. Derûdora camiya Hz Suleyman û turba 27 sehabên şehîd, di binê çop û biğuran de dimîne. Ji ber belediye van çop û biğuran paqij nake, millet tepkî nîşan dide.

Ehlê mehelê beyan dikin ku, belediya BDPê bi serê xwe tevdigere û guhnade van mekanên biqîmet. Di çarçova veguhestina bajariyê de, biğur û çopa ku çêbûn, li van doran gewimiye. Derûdor herimandiye. Hem bi bîna xwe ya nexweş hem jî bi gemara xwe, hawêrê camiyê di binê qirêjê de hiştiye. Lê mixabin belediye tu xizmetê nake ku paqij bike.

Ehlê mehelê îfade dikin ku, hem ji ber van zatên mubarek hem jî ji ber mêvanên tên ziyaretê, ji bo bajêr eybek mezin e ku van derûdor di nav van qirêj û gemarê de ne.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.