Xebatên neqilkirinaTurbeya Zeynel Beg berdewam dikin

Xebatên neqilkirinaTurbeya Zeynel Beg berdewam dikin

Xebatên neqilkirinê ya Turbeya Zeynel Beg ê ku ew ê ji ber bendava ku dê li Heskîfê bê çêkirin di bin avê de bimînebi pergaleke taybet berdewam dikin.

Turbeya dîrokî ya ku ew ê ji ber bendavê di bin avê de bimîne doh ji bo bê neqilkirin xebat hatibûn temamkirin û îro jî xebatên neqilkirina turbê dest pê kirin ku hêj ev xebat berdewam in. Gelek kes ji protokolê û gelek endamên çapemeniyê û welatî beşdarî neqilkirina turbê bûn.

Turbeya ku ji cihê xwe kevin tê neqilkirin ew ê ji cihê xwe yê nû ya ku 2 kîlometre dûr e re bê neqilkirin ku xebatên neqilkirinê hema hema nîvî bûn.

Welatiyên ku neqilkirina turbê temaşa dikirin neqilkirinê bi telofonên xwe qeyd kirin. Her wiha qenalên televîzyonên neteweyî bênavber  neqilkirinê dikin xeber û bi zindî didin weşanê.(ÎLKHA)












































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.