Xebatên şaredariyê xelkê mexdûr kir

Xebatên şaredariyê xelkê mexdûr kir

Xebatên binêsaziyê yên ku li Taxa Yenîşehîrê ji teref Şaredariya Êlihê ve tên kirin dibin sedema mexdûrbûna xelkê.

Li Êlihê ji teref şaredariyê ji bo Taxa Yenîşehîrê xebata binêsaziyê hat destpêkirin. Xelkê ji ber xebata ku hatiye destpêkirin him kêfxweş û him jî mexdûr in. Lewra ew çendîn caran muracaat kirine da ku li taxa wan xebatên binêsaziyê bên destpêkirin ku di encamê de hatin destpêkirin; lê belê digel destpêka xebatan êdî di dema kolanan de xetên ceyranên qut dibin ku ev yek jî dibe sedema mexdûrbûna xelkê.

Derheqê mijarê de kesê bi navê Abdulazîz Teymur diyar kir ku ew mexdûr e û dû re wiha got: “Li vê derê xebateke kanalîzasyonê hatiye destpêkirin. Ji ber vê yekê em ji şaredariyê re teşekur dikin; encax dema ku xebat tên kirin zirar tê dayîn xetên ceyran û avê. Ji bo tamîrkirina van tu gav nayên avêtin û tiştek jî nayê kirin. Dema ku em ji wan re qal dikin jî ji me re dibêjin  divê hûn vê yekê bikin. Ji ber vê yekê di navbera xwediyê xaniyan û  xebatkaran de munaqaşa derdikeve. Ji bo halkirina van meseleyan divê rayedar van meseleyan hal bikin. Lê belê rayedar serê xwe bi meselê naşîne. Ji ber vê yekê xelk mexdûr dibe. Ji bo ev mexdûriyet bên halkirin bang li rayedaran dikim; ji kerema xwe re me xemgîn nekin.”

Kesê bi navê Xerîb Yaşar jî derheqê mijarê de diyar kir: “Niha xebata kanalîzasyonê tê kirin, lê belê di dema xebatan de ceyran qut dibin. Cihên ku xera dibin çênakin ku em jî ji naçarî çareya serê xwe dinêrin. Ji me re dibêjin ew di nava çend rojan de halkirin. Ma mirov dikare 2-3 rojan bê av û bêceyran bimîne. Em jî ji mecbûrî ji ber xwe ve çêdikin.”

Çend welatiyên din ên ku hatine mexdûrkirin jî derheqê mijarê de wisa gotin: “Xebatên kanalîzasyonê kirin û ceyran qut bûn. Me çendîn caran li wan geriya û bersiv nedan. Ji ber vê yekê me bi hewildanên xwe arizayan tamîr kir.”

Rayedarên Midûrtiya BASKÎ ya Şaredariya Êlihê di daxuyaniya ku derheqê mijarê belav kir de destnîşan kir ger di dema xebatan de hinek kes mexdûr bûbûn ew ê mexdûriyeta wan bê çareserkirin.

ÎLKHA



























HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.